Lîderên Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser tevdîrên civakî û aborî yên li dijî vîrûsa koronayê ya nû li hev nekirin. Lîderan plana têkoşînê ye havpar jî ji bo meha Gulanê taloq kirin.

Li Ewropayê ji ber vîrûsa koronayê herî kêm 113 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Lîderên Ewropayê li ser polîtîkaya hevpar a piştî bidawîkirina qedexeya derketina derve li hev nekirin.

Civîna bilind bi beşdariya serokên dewlet û hikumetan ên 27 welatan bi rêya vîdeokonferansê pêk hat, lê tê gotin ku di encama civînê de li hev nehatiye kirin. Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron diyar kir, polîtîkayên civakî û aborî yên hevpar ji Komîsyona Yekîtiya Ewropayê hate xwestin ku meha Gulanê pêşkêş bike.

Serokwezîrê Îtalyayê Gîûseppe Conte piştî civîna bilind axivî û diyar kir, ku civîna bilind ‘erênî’ derbas bûye. Conte anî ziman, civîna bilind ‘qonaxeke girîng e’.

Qada herî girîng ku Yekîtiya Ewropa hewl dide polîtîkaya hevpar biafirîne aborî ye. Li gorî Fona Pereyan a Navneteweyî (ÎMF) aboriya Yekîtiya Ewropayê wê îsal derdora 7 ji sedî biçûk bibe.

Tê xwestin ku di budçeya Yekîtiya Ewropayê de ji bo razemeniyên nû bi sedan milyar dolarî fonek bê afirandin.

Di vê navberê de tê plankirin ku astengiyên qedexeya derketina derve dawiya vê mehê û destpêka meha Gulanê qonax bi qonax bên rakirin. Di mijara tevdîrên tibî de yên piştî rakirina qedexeyê bên wergirtin, hîn polîtîkayeke hevpar nehatiye diyarkirin.