Gerîlayên YJA Starê, yên baskê tenduristiyê, li 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ji bernameya taybet a Stêrk TV re axivîn.

Dr. Rûken Botan, diyar kir ku sîstema baviksalarî, jinê kole dike û got; Bi pêngava Rêber Apo re, jin careke din bûn xwedî îrade û li nava civakê bûne hêz. Weke jin, em rola pêşeng ya ji bo şoreşê pêktînin.

Dr. Ararat Orhan jî got; Piştî ku min dît, sîstema bi serweriya mêr hewl dide jinan ji her qada jiyanê dûr bixîne û pasîf bike, min biryar da ku li qada tenduristiyê tevlî kar bibim û ji êşên hevalên xwe yên li nava refên azadiyê bibim derman. Sîstema qirker bi her cûreyên bê exlakî êrîşan dike. Weke kedkarên tenduristiyê yên jin û şervan; armanca me misogerkirina azadiya jinan hemûyan e.

Dr. Rojda Şeval, bal kişande ser herikîna dîrokê ku jin timî bûne armanca desthilatdaran û got; Jinên li Kurdistanê bi felsefeya Rêber Apo, êdî li dijî her cûre feraseta serweriya mêr disekinin û bi têkoşînê dikin. Dijmin jî, êdî vê hêzê dibîne û dibêje ku hêza esasî ya ku pêşengiyê ji PKK’ê re dike hêza jinê ye. Lewma tevlîbûna hevrêyên jin ya nava YJA Star, û têkoşîna li her qada şer û pêşengiya wan dîrokî ye.

Dr. Rûken Kobanê jî got; B destpêkirina Tevgera Azadiya Kurd re, jin bûne xwedî îrade û hêz. Rêbertî got ‘Jin azad nebe, civak azad nabe’. Bi hezaran jinan di têkoşîna azadiyê de canê xwe feda kirin. Di ruhê jina Kurd de berxwqedan heye. Hevalên Zîlan û Bêrîtan bi çalakiya xwe ev kevneşopiya dîrokî nîşan dan. Weke YJA Starê armanca me ne tenê azadiya jinên Kurd e, em dixwazin jinên Tirk, Ereb, Azerî, Efgan û jinên li tevahiya cîhanê azad û zane bikin.