YJK-E’yê li dijî êrîşên dewleta Tirk ji bo çalakiyên 2’ê Mijarê Roja Rojava ya Cîhanê banga tevlîbûnê kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, di çarçoveya dirûşma ‘Azadî xewn nîne’ wê berxwedan bê mezinkirin.

Yekîtiya Jinên Kurd a Demokratîk li Elmanyayê (YJK-E) bi wesîleya 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ji bo meşên navendî yên li Elmanyayê banga tevlîbûnê hate kirin û hate gotin, “Komên çete yên ku di sala 2014’an de bi navê DAÎŞ’ê derketin holê di serî de li Kurdistanê li Rojhilata Navîn dest bi talan, komkujî û dagirkeriyê kirin.

Di Tebaxa 2014’an de li Şengalê bi komkujiyê, piştî wê jî di 15’ê Îlona 2014’an de bi êrîşên ji bo dagirkirina Kobanê DAÎŞ’ê û piştevanên komên çete rûyê xwe yê zayendîperest, faşîst, tarî nîşan dan. Di vê demê de berxwedaneke bêhempa ya dîrokî hate nîşandan. DAÎŞ’ê herî zêde gef li jinan dixwar. Vê zîhniyeta faşîst û paşverû ku nekarî xwe li asta Têkoşîna Azadiyê ya Jinê rabigire ji destpêkê ve êrîşî jinan kir.

Di serî de jinên Kurd jinên ji her netewe û pêkhateyan ji kêliya destpêkê ve tecrûbeyên dehan salan ên Tevgera Jinê ya Kurd li qada siyasî û leşkerî xistin meriyetê û berxwedaneke bi heybet nîşan dan. Azadkirina Kobanê ku bi têkoşîna jinê ya Kurd re pêk hat û şoreşa demokratîk a li Rojava li tevahiya dinyayê di nava mirovan de bi taybetî li nava jinan bû sedema kelecaneke mezin. Bi sedan şoreşgerên enternasyonal tevlî vê berxwedanê bûn û bi dehan ji wan şehîd ketin. Mirovahî bi hev re li vê xakê bû xwedî ku Arîn Mîrkan di oxira wê de canê xwe feda kir.”

‘EM JI BO ROJAVA RABIN SER PIYAN’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Kobanê ronahî ye li dijî tarîtiyê, azadî ye li dijî koletiyê, berxwedane li dijî teslîmiyetê û hate gotin, “Destnîşan kir ku baweriya bi azadî, wekhevî û dinyayeke bedew a bi milyonan mirovî ne xewneke. Şoreşa Rojava ev yek bi azadkirina Reqayê tacîdar kir. Van destketiyên gelê Kurd herî zêde piştevanê herî mezin ê çeteyên DAÎŞ’ê dîktatoriya AKP-Qesrê aciz kir.

Dewleta Tirk li dijî Rêberê me ku afirînerê Şoreşa Rojava ye dest bi tecrîdeke giran a li dijî mirovahiyê kir. Di salvegera 20’an a komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de êrîşî Rojava kir. Di serî de li welatên Ewropayê li her devera dinyayê gelê me bi çalakiyên xwe li dora Rêbertî bûn yek û ji bo Rojava rabû ser piyan. Bi wesîleya 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê em şehîdên Şoreşa Rojava bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di çarçoveya dirûşma ‘Azadî xewn nîne’ di serî de jin wê bi her kesên ku daxwaza jiyaneke wekhev û mirovî dikin berxwedanê mezin bikin. Bi vê armancê bang hate kirin ku her kes ji bo Rojava rabin ser piyan û bi xurtî tevlî çalakiyan bibin.