Tevgera Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) ji bo meşa 1’ê Kanûnê ya li Berlînê banga tevlîbûnê kir, ku meş wê li dijî qedexeya li ser PKK’ê û li dijî nîjatperestiyê wê were kirin.
Meş bi dirûşma, “Daxwaza azadiyê nikare were qedexekirin- li dijî yasaya polîsan, qedexeya li ser PKK’ê û nîjadperestiyê têkoşîna hevpar” wê were kirin.
Li gorî YJK-E’yê ”Wê bibe platforma Kurdên li Elmanyayê, hêzên enternasyonal, demokrat û femînîst bi hev re daxwazên azadî û demokrasiyê vebêjin.”
YJK-E’yê bal kişande ser qedexeya li ser PKK’ê ya li Elmanyayê ku ev 25 sal in didome û got, li gel zext û krîmînalîzaasyona bi dehan salan têkoşîna azadiya Kurd marjînalîze nebûye.
Di dewam daxuyaniya YJK-E’yê hate gotin, “Berevajî, projeya Konfederalîzma Demokratîk a PKK’ê û Rêbertî ku bi pêvajoyê re geş bû sînorên Kurdistanê derbas kirine, li Elmanya ji hêla derdoreke berfireh ve hatiye hatiye destekkirin û sempatiyek jê re çêbûye. Bêguman taybetmeniya herî balkêş a têkoşîna azadiya Kurd û paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk ew e ku azadiya jinê kiriye navenda xebatan.”
Li gorî YJK-E’yê biryara domdakirina qedexeya li ser PKK’ê ya Elmanyayê û yasaya polîsan ku tê xwestin were geşkirin û bi geşbûna nîjadperestiyê ku ji van ne bêrî ye, Elmanya ji demokratbûnê dûr dikeve û nêzî standartên Tirkiyeyê dibe.
YJK-E’yê herî dawî bang li jinan, gelê Kurd, femînîst, hêzên demokrasiyê kir ku li dijî qedexeya li ser PKK’ê, yasaya polîsan û geşbûna nîjadperestiyê tevlî meşê bibin û bang li Elmanyayê kir ku dev ji polîtîkayên krîmînalîzekirina Kurdan biqere.