Navenad Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê ragihand ku şervanên wan di meha Îlonê de 38 çalakî kirine û di van çalakiyan de 11 leşkerên artêşa Tirk û li gel serçeteyan 63 çete hatin kuştin.

Navendê li ser çalakî û encamên wê ev agahî parve kir:

“Dewleta Tirk a dagirker ku di her firsendê de li hember hebûna Sûriye ya demoqratik û Rojavayê Kurdistanê êrîşên xwe zêdetir kiriye, bi çeteyên girêdayê xwe re li Efrînê li ser gelê me kiryarên xwe yên faşîzane didin berdewamkirin. Dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze bi guhertina demografiya Efrînê dagirkeriya xwe mayînde bike û armanc dike ku li wir yekane bike. Xebatên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayê wê di meha Îlonê de hê jî zêdetir berdewam kiriye. Dewleta Tirk a dagirker ku li dijî gelê me yê herêmê, revandin, fidye xwestin û êşkence kirin re hemû êrîşên xwe berdewam kiriye û di kiryarên xwe ya faşîzane de çavsor bûye. Li hember van êrîşan hêzên me YPG û YPJ jî bi çalakiyên bi bandor derbeyên giran li dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayê wan xistiye. Li hember hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker li hemû sînorên Rojavayê Kurdistanê de bersivên herî bi rewa hatiye dayîn. Şerê berxwedana a li hember dagirkeriyê de ku di meha Îlonê de pêş ketine berfirehiya wê wiha ye;

38 ÇALAKÎ 74 ÇETE Û LEŞKER HATINE KUŞTIN
Hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayê wan re bi giştî 38 çalakî lidarxistine. Di encama çalakiyên sabotaj, sekvanî, serdegirtin û kemîn de;
– 74 leşkerên Tirk yên dagirker û çeteyên girêdayê wan hatiye kuştin. Ji van 11 kes leşkerên Tirk in û tevî serçeteyek bi giştî 63 jî çete hatine kuştin.
– 37 leşkerên Tirk yên dagirker û çeteyên girêdayê wan birîndar bûne. Ji van 6 kes leşkerên Tirk in û 31 jî çete ne.
– Di encama çalakiyên ku hatine lidarxistin de 13 çekê AK-47 kaleşnîkof, 1 çekê MG-3 hatine desteserkirin.
– Di encama çalakiyên me de dîsa 1 baregehek, 6 wesayîtên leşkeri û 1 jî tangek bi tîpa T55 hatiye îmhakirin.

SIVÎL DI HEDEFÊ DE NE
Artêşa Tirk a dagirker di meha Îlonê de jî sînoran binpêkirinên xwe dewam kiriye. Li ser sînorên Kobanê, Serêkaniyê, Qamişlo û Girêsipî sivîlan kiriye hedef. Di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker de 1 jê zarok 3 sivîl birîndar bûye. Dîsa cih û warên sivîlan, bax û bexçeyên sîvîlan ziyana madî dîtine.

ŞERÊ TINEKIRINA TERORÊ BI BIRYARDARÎ DIDOME
Di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê Ya di pêşengiya Hêzên Suriya Demokratîk (QSD’ê) de ku 10’ê İlonê bi dirûşma ‘Şerê Tunekirina Terorê’ de hat destpêkirin, hêzên me YPG û YPJ di bin sîwana QSD’ê de cIhên xwe bi awayek çalak di pêngavê de girtiye. Pêngava ku rizgarkirina bajaroka Hecînê ku cIhê dawî di destê çeteyên DAIŞ’ê de maye û rizgarkirina sivîlan kiriye hedef de pêşveçûnek mezin heye. Di vê şerê berxwedanê de ku 20 rojê xwe li paşde hişt, gelek xalên stratejîk, gund û bi sedan sivîl hatine rizgarkirin. Ev pêngav bi biryardariyek mezin berdewam dike. Ji ber ku encama şerê 20 rojan ji aliyê Navenda Ragihandina QSD’ê de hatiye parvekirin me di daxuyaniya xwe ya eşkerekirina bîlançoya meha Îlonê de berfireh parve nekiriye.

BI OPERASYONÊ TAYBET DERB LI HUCREYÊN DAÎŞ’Ê HATIN XISTIN
Di derbarê têkoşîna ku li DIJÎ DAê de hatiye dayîn 2 kesên biyanî ku ji bo DAê gelek girîng in, ji aliyê Yekîneyên Antî Teror (Y.A.T) ve bi saxî hatine girtin. Her wiha li ser gundên Qubbe û Ceddê yê girêdayî navçeya Şêxler ya ku dikeve başur rojavayê Kobanê, di roja 19’ê Îlonê de bi operasyonên hevbeş yên hêzên me YPG, YPJ û yekîneyên Asayîşê, şaneyên razayî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û DAê hatin lidarxistin. Di encama operasyonên serkeftî de bi dehan çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û DAîŞ hatin girtin. Di encama lêgerînan de rêjeyek mezin amûrên teqemenî yên ku ji bo êrîşên bombeyî dihatin amadekirin, 2 çekên B-7 roketavêj û 10 gulleyên wê, 11 çekên AK-47 (kaleşnikof), 2 dûrbînên şevê, 4 dûrbînên roj, 14 telefon, 4 destik, 9 tabanca û mermiyên wê, li gel cûr be cûr amûrên leşkerî û muhîmmat hatin desteserkirin.

8 ŞERVAN ŞEHÎD BÛNE
Di meha Îlonê de 8 rêhevalên me di encama qeza û bi nexweşiyên giran de şehîd ketine.

WÊ TOLA BÊ HILANÎN
Em weke hêzên YPG û YPJ, di serî de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û li dijî ew kesên ku li hember destkeftiyên me yên şoreşê yên ku bi berdêlên mezin hatine bidestxistin di nav êrîşê de ne, wê têkoşîn û çalakiyên me yên bi bandor bidome.”