Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî çalakiyên şervanên wan yên li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
YPG’ê ragihand ku di çarçoveya qonaxa dûyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên wan li navçeyên Şiyê û Şera du çalakiyên cûda li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker lidarxistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê got: “10’ê Cotmehê li ser rêya di navbera gundê Senarê û navçeya Şiyê yekîneyêke wan li dijî çeteyekê Lîwa el-Weqas çalakiyekî sekvanî pêk anîn. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Hemûd el Cuma hat kuştin”
“Roja 11’ê Cotmehê jî li gundê Qeretepe ya girêdayî navçeya Şera yekîneyeke wan li dijî çeteyên koma Sultan Murad çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin”