Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şervanên YPG û YPJ’ê li navçeya Şêrawa ya Efrînê li dijî komên çete hin çalakiyên bi bandor pêk anîn.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê çavkaniyên YPG’ê ve hatin dayin, di çalakiyan de gelek leşker û çete hatine kuştin.

Çavkaniyan diyar kirin ku wesayiteke leşkerî hatiye rûxandin û gelek cebilxane jî hatine desteserkirin.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê wê li ser çalakiyan daxuyaniyekê bide.