Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya 8 şervanên YPG/YPJ’ê eşkere kir ên ku di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bûbûn.
Di daxuyaniya YPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Şoreşa Rojava di dîroka xwe ya berxwedanê de gelek lehengên mezin afirand. Li dijî şerê dagirkerî û tune kirinê ku li gelê me tê ferz kirin, civata fedayî yên ku xeyalên azadiya gel dan ser milê xwe, li dijî dagirkeriyê bi biryardarî, bawerî û îradeyeke mezin têkoşîn meşandin. Li ser vê bingehê yek ji van berxwedanan jî ‘Şerê Berxwedana Serdêmê’ bû ku mohra xwe li dîroka şoreşa Rojava û bakurê Sûriyeyê xist. Di pêşengtiya YPG-YPJ û hêzên QSD’ê de bi rojan li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi ser ve berxwedaneke dîrokî hat raberkirin. Fermandarê mezin Rizgar Dêrik jî heman wek Avesta û Karkeran her wiha gelek şehîdên din şerê li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de bi berxwedaniyekê gihişte şehadetê. Li hember êrîşên dagirkeriyê ku gelê me û welatê me dike hedef, bi ruhê fermandar Rizgar Dêrîk, Avrîn, Bawer, Cîhan, Çekdar, Goran û Zerdeşt emê têkoşîna xwe bilindtir bikin.
Fermandarê mezin hevrê Rizgar Dêrik li bajarê Dêrik a rojavayê Kurdistanê di nav malbatek welatparêz de ji dayik bûye. Ji roja ku şoreşa rojava dest pê kir, fermandar Rizgar di hemû eniyên berxwedanê de li hember terora DAIŞ`ê wek fermandar rol girt û têkoşiya. Fermandar Rizgar, ji roja ku tevlî şoreşa rojava û bakurê Suriyê bû hetanî şehîd jî ket, di nava jiyanê de bibû çavkaniya hêz û baweriyê û her tim kesayeta xwe yê pêşeng û fermandariyê parast. Bi sekna fermandareke bi biryar û wêrek li hember hêzên paşverû û dagirker berxwedaneke bêhempa da raberkirin. Fermandarê mezin hevrê Rizgar, di nav şoreşa rojava û bakurê Sûriyeyê de, erk û berpirsiyartiyên xwe bi azweriyeke mezin bi cîh anî. Di şexsê fermandar hevrê Rizgar Dêrik de, têkoşîn û bîr anîna ku ji me re hiştiye ta ku em bigihînin serkeftinê û ji bo parastina şoreşa azadiyê ya rojava cardin em soz didin.
Nasnameya şehîdên me wiha ye:
Nasnav: Rizgar Dêrik
Nav û Paşnav: Ismet Ismayîl
Navê Dayikê: Sedîqa
Navê Bav: Kûrî
Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrik
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn – Mabata Gundê Satiya / 7 Tîrmeh 2018
Nasnav: Armanc Avareş
Nav û Paşnav: Mihemed Hesen
Navê Dayikê: Kelîme
Navê Bav: Xelîl
Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn – Mabata Gundê Satiya / 7 Tîrmeh 2018
Nasnav: Avrîn Garzan
Nav û Paşnav: Sozdar Şêxo
Navê Dayikê: Îlham
Navê Bav: Esad
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn – Mabata Gundê Satiya / 7 Tîrmeh 2018
Nasnav: Bawer Sîser
Nav û Paşnav: Ehmed Înan
Navê Dayikê: Xezal
Navê Bav: Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn – Mabata Gundê Satiya / 7 Tîrmeh 2018
Nasnav: Cîhan Botan
Nav û Paşnav: Zehra Ozmen
Navê Dayikê: Husniye
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn – Mabata Gundê Satiya / 7 Tîrmeh 2018
Nasnav: Çekdar Kato
Nav û Paşnav: Omer Temel
Navê Dayikê: Soylemez
Navê Bav: Kemal
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn – Mabata Gundê Satiya / 7 Tîrmeh 2018
Nasnav: Goran Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Ehmed Şêxo
Navê Dayikê: Îlham
Navê Bav: Fûad
Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn – Mabata Gundê Satiya / 7 Tîrmeh 2018
Nasnav: Zerdeşt Cûdî
Nav û Paşnav: Nêçîrvan Çağatay
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Mistefa
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn – Mabata Gundê Satiya / 7 Tîrmeh 2018
Em di şexsê 8 rêhevalên xwe de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin, ji malbata wan û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”