Şervanên YPJ-YPG’ê li ser rêya gundê Birc Heyder ê navçeya Şêrawa ya Efrînê li dijî wesayiteke çeteyan çalakiya sabotajê kir. 2 çeteyên di hundirê wesayitê de bûn bi giranî birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê li ser çalakiya li Şêrawayê li dijî çeteyên Feylaq el-Şam hate kirin daxuyaniyek weşand.
YPG’ê diyar kir, di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete dewam dikin.
Di daxuyaniyê de li ser çalakiya li Şêrawayê ev agahî hatin dayin:
“Roja 24’e Mijdarê li ser rêya gundê Birc Heyder ê navçeya Şêrawayê, tîmeke me li dijî wesayiteke koma çete ya bi navê Feylaq el-Şam çalakiyeke sabotajê pêk anî. Di encama vê çalakiyê de 2 çeteyên di hundirê wesayitê de bûn bi giranî birîndar bûn.”