YPG`ê diyar kir ku şervanên wan Aslan Riha li Efrînê û Comerd Kobanê jî li Tebqayê şehîd bûne. Her wiha YPG`ê ragihand ku şervanekî wan ê din li Efrînê şehîd bûye, lê nasnameya wî hîn diyar nebûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên du şehîdan aşkera kirin.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

ʺBerxwedan û qehremaniya şervanên me li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrînê berdewam dike û roj bi roj bi çalakiyên bibandor derbên giran li çeteyan dixin. Ev berxwedana bêhempa şervanên me li beramberî tank, top, balafirên Tirk dikin, bûye sedem ku planên dewleta dagirker li Efrînê û herêmê serobin bibin û bi hêsanî nikarin planên qirêjî li herêmê ferz bikin û serkeftinê nêzîk dikin.

Li beramberî vê berxwedanê, dewleta dagirker, di serî de çekên xwe yî pêşketî, sîxurî û kontra xistine dewrê û bi vî rengî dixwaze rê li ber çalakiyên şervanên me bigire lê tekez wê nikaribe rê bigire û her tim dê di hedefa şervanên me de bin. Lê belê divê bê zanîn ku şerê me yê demê ku bi taqtîk û pêngavan bi pêş dikeve, wekî her tim dê dagirkeriya li ser Efrînê jî parçe bike û dê dewleta Tirk a dagirker bike rewşek wisa ku nekaribe ji nav derkeve.

Di dîroka 9’ê Tebaxê de saet di 07:00’an de li girê gundê Biyê yê girêdayî navçeya Şêrawa, xayinekî xwefiroş dikeve ser şopa 2 şervanên me ku bi erkên xwe yên şoreşgerî li beramberî dewleta dagirker û çeteyên wê radibûn, ew xayîn agahî dide artêşa dagirker û operasyoneke mezin bi tevlêbûna bi sedan leşker û çeteyan li dar dixe. 2 rêhevalên me piştî qehremaniyeke bêhempa digihîjin şehadetê. Nasnameyê rêhevalê me yê din dema ku hat zelalkirin emê bi rayagiştî re parve bikin.

Di destpêkê de ajanê ku bûye sedema şehadeta rêhevalên me çalakiyên tolgirtinê ya li hemberî dagirkeran berdewam dike; kesên ku li dijî têkoşîna birûmet a gelê me bi dijmin re hevkarî kiriye û ketiye nav sûc, wê bê ceza nemînin.

Di dîroka 25’ê Tebaxê de li Tebqayê rêhevalekî me li ser erk û peywira xwe bû, di encama qezayekî de gihaştiye şehadetê.

Nasnameyên pakrewanên me wiha ne:

Nasnav: Aslan Riha
Nav û Paşnav: Mehmed Taşir
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Salih
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şêrawa / Gundê Biyê / 9 Tebax 2018

Nasnav: Comerd Kobanê
Nav û Paşnav: Egîd Ismed
Navê Dayikê: Gulê
Navê Bav: Ismed 
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa / 25 Tebax 2018

YPG`ê diyar em rêhevalên me ku gihaştine şehadetê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin û bi dilzosiya bîranîna wan re soza xwe nû dikin.