Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî şehadeta 8 şervanên YPG û YPJ`ê di berxwedana Kobanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Gelê me ji dîrokê heya niha li hemberî her cure êrîş û dagirkeriya dijmin a li hemberî axa Kurdistanê bi sekneke berxwedêr ku bi pênaseya azadiyê re bûye yek, bersiv daye. Li dijî hemû êrîşan gelê me jî hêj zêdetir bi yekbûyînê rihê berxwedaneke hevpar ava kiriye. Ji bo wê di serî de ji bo parastina nirxên xwe yên çandî, şerê man û nemanê da meşandin. Yek ji wan şerên man û nemanê jî di sala 2014’an de li hemberî hewldana dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê hate meşandin ku êdî di nav rûpelên dîrokê de cihê xwe girtiye. Keç û xortên herî xweşik ên Kurdistanê jî bi dilsoziya welatparêzî û azadiyê ku xwe bexşandine gelê xwe, tev li şerê berxwedana Kobanê bûn ku bi mehan berdewam kir û îspat kirin ku dijmin tu caran nagihîje armanca xwe. Di meha Cotmehê de ku meheke tijî berxwedan e, me 8 hevalên xwe şehîd dabûn. Rêhevalên me Bêdeng, Bêrîtan Botan, Bêrîtan Besta, Botan, Birûsk, Cûdî, Rûken û Xweza ku ji çar parçeyên Kurdistanê hatibûn, di şerê berxwedana Kobanê de bi berxwedana ku dan nîşandan têkoşîna me ya azadiyê nîşanî her kesî da. Ev sekna milîtanî bûye sedem ku şoreşa Rojava li hemû cîhanê deng vede.

Ji ber sedema şert û mercên şerê ku çêbûne nasnameyên hevrêyên me dereng mabe jî hatine aşkerakirin. Em nasnameyên van hevalên xwe di vê pêvajoyê de îlan dikin. Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Bêdeng Çewlig

Nav û Paşnav: Oktay Gûrdegir

Navê Dayikê: Xatun

Navê Bav: Zekî

Cihê Jidayikbûnê: Çewlig

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 23 Cotmeh 2014

*****

Nasnav: Bêrîtan Botan

Nav û Paşnav: Ayşe Sayin

Navê Dayikê: Sabîha

Navê Bav: Şemsedîn

Cihê Jidayikbûnê: Mersîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 10 Cotmeh 2014

*****

Nasnav: Bêrîtan Besta

Nav û Paşnav: Qadriye Koluman

Navê Dayikê: Xanim

Navê Bav: Îdrîs

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 10 Cotmehê 2014

*****

Nasnav: Botan Farqîn

Nav û Paşnav: Cûneyt Kiliçdogan

Navê Dayikê: Xedîce

Navê Bav: Kemal

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / Cotmeh 2014

*****

Nasnav: Birûsk Tolhildan

Nav û Paşnav: Omer Ertan

Navê Dayikê: Maşallah

Navê Bav: Necmedîn

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 1 Cotmeh 2014

*****

Nasnav: Cudî Amed

Nav û Paşnav: Mehmet Ozmen

Navê Dayikê: Halîme

Navê Bav: Tahir

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 10 Cotmeh 2014

*****

Nasnav: Rûken Sîpan

Nav û Paşnav: Qudret Rasîkî

Navê Dayikê: Xatun

Navê Bav: Kadil

Cihê Jidayikbûnê: Makû

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / Cotmeh 2014

*****

Nasnav: Xweza Hasret

Nav û Paşnav: Leyla Çoban

Navê Dayikê: Berîvan

Navê Bav: Abdulhafiz

Cihê Jidayikbûnê: Sêrt

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 11 Cotmeh 2014

Em 8 hevrêyên xwe yên ku di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Soza şehîdên me ya serkeftinê ku ji bo me şopdaran dane, em dewr digirin û em soza hê bi serkeftin û biryardariyeke mezin meşandinê dubare dikin.”