YPG’ê, şervanê xwe Zekeriya Silêyman bi nasnav Zekeriya Efrîn ku 18’ê Hezîrana 2019’an di encama krîza dil de şehîd bûye, bibîr anî.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî, nasnameya şervanê YPG’ê Zekeriya Silêyman (Zekeriya Efrîn) ku 18’ê Hezîrana 2019’an, di encama krîza dil de şehîd bûye bibîr anî û got: “Em di şexsê hevrêyê xwe Zekeriya Efrîn de hemû şehîden xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”
YPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de ev got:
“Hevrêyê me Zekeriya Efrîn dema ku li ser erka xwe bû, 18’ê Hezîranê di encama qrîza dil de şehîd ket.
hevrê Zekeriya di malbateke welatparêz a Efrînî de hate dinyayê. Di demeke ku li dijî Rojava û Bakurê Sûriyê êrîş çêdibûn de tevlî refên YPG’ê bûye. Hevrê Zekeriya ku bi cewhera fedakar û kedkar a gelê me xwe ava kir. Ji roja yekemîn a ku di nav şervanan de cihê xwe girt û ta niha her erka ku girt ser milên xwe bi azwerî nêz bû. Di demeke kurt de bû şervanek xurt yê berxwedêr.”
Nasnameya şervanê YPG’ê yê şehîd bûye wiha ye:
Nasnav: Zekeriya Efrîn
Nav û Paşnav: Zekeriya Silêyman
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Ezîz
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Dîroka Şehîdbûnê: 18’ê Hezîrana 2019