Fermandariya Giştî ya YPJ`ê îlankirina şehadeta şervana YPJ`ê Ronya ragihand û got:” Hevrê Ronya bû mînaka sekna şoreşger.”

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Fermandariya YPJ`ê wiha ye:

“Hevrê Ronya bû mînaka sekna şoreşger. Em di şexsê tekoşera azadiyê hevrê Ronya de, rêheval Zagros Hesekê, Elî Besrawî û hemû şehîdên şoreşa azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Her wiha em ji malbeta şehîd Ronya û hemû malbatên şehîdan re sersaxî dixwazin û soza şopandina rêya şehîdan careke din nû dikin.

Em weke jin û gelên Bakûrê Sûriyê di pêvajoyeke dijwar ya tekoşînê re derbas dibin. Demeke wisa ye ku di her alî de ji me bedel dixwaze. Em weke hêzên yekîneyên parastina jin (YPJ) jî di zanebûna vê pêvajoyê de ne. Em bi vê bîr û baweriyê tekoşîna ji bo ax û welatê azad, tekoşîna mirovahiya azad  didin.

Dewleta Tirk bi êrîşa li ser Kobanê û Girê Spî careke din hevkariya xwe ya bi çeteyên DAIŞ’ê re eşkere kiriye. Ev êrîş tê wateya xurtkirin û xwe komkirina çeteyan.

Hêzên me li eniya Dêrazorê, qadên ji çeteyan rizgar kirine bi awayekî xurt û di wan şert û mercên zor de diparêzin. Hevrêya me Ronya jî yek ji wan hevalan bû. Hevala me Ronya dema ku ji bo erkek vedigeriya cihê xwe di encama qezayê de şehîd bû. Her şehîdek ji bo me ji nûve soz û biryardariya tekoşînê ye. Hevrêyên me, li her qadê parastina gel dikin.

Hevala me Ronya di hemû erkan de her tim li pêş bû. Bi ruxmê birîndariya xwe yek kêliyê jî xwe ji şer û tekoşînê dûr nexist. Her timî daxwaza wê ew bû ku di çepera herî pêş de cih bigre. Li ser vê bingehê jî cihê xwe di nava pêngava rizgarkirina Minbic û Bagera Cizîrê de girtibû. Di her pêngavê de jî erka herî zor û zehmet hilda ser milê xwe. Ji ber armanca wê ew bû ku di şopa hevrêyên xwe yên şehîd de bibe xwedî tevlêbûneke bi çalak. Bi vê tevlêbûna xwe ve di nava refên YPJ`ê de erka pêşengiyê da ser milê xwe û bê hesab kar û xebat da meşandin. Ronya bi vê sekna xwe ve bi ruhek fedaî di nava tevahî qadên tekoşîn û jiyanê de bû. Ji bo axa welatê xwe heya dawî têkoşiya û timî li qada cenga giran bû.

Ronya bi vê tevlêbûna xwe ya çalak ve ji bo me bû çavkaniya hêz û moralê û bû bersiva herî rast ji pirsa pêwîste mirovek çawa bijî. Li hemberî her awayî êrîşên giran yên ku axa Rojava û Sûrî hedef dike bû mînaka sekna şoreşger.

Li ser vê bingehê em careke din hevrê Ronya û hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbata rêheval Ronya û ji tevahî malbatên şehîdan re sersaxî dixwazin û soza bilindkirina tekoşîna azadiyê ji bo gelê xwe û şehîdan nû dikin.”