Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin -YPJ, bi daxuyaniyekê ragihand ku şervana wan Avaşîn Zinar 27’ê Cotmeha 2023’an, dema li ser erka xwe bû, di encama qezayekê de şehîd bûye.

YPJ’ê got; Hevrê Yasmîn Îbrahîm, bi nasnav Avaşîn Zinar li bajarê Efrînê di nava malbatek welatperêz de ji dayik bûye û bi nirxên gelê xwe mezin bûye. Bi Şoreşê re weke jineke ciwan hebûna xwe di nava refên YPJ’ê de dît û tevlî nava refên azadiyê bû.

Hevrê Avaşîn bi girêdan, dilsozî û baweriyeke mezin, perwerdeya di xeta azadiya jinê de esas girt.

Bi kesayeta xwe ya wêrek hemû erk û berpirsiyariyek mezin tevgeriya û erkên xwe bê dudilî anye cih.

Bi sekna xwe ye mînak bû yek ji şoreşgerên ku dîrok tu carî navê wê ji bîr neke.

YPJê, ji malbat şehîd û gelê Kurd re sersaxî xwest û nasnameya şehîd wiha eşkere kir;

Yasmîn Îbrahîm, bi nasnav Avaşîn Zinar, navê dayik Mezlûde navê navê bav Welat, li Efrînê ji dayik bûye Di 27ê Cotmeha 2023an de, li Şedadê şehîd bû.