Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker ji rojnamevanên Bakurê Sûriyeyê re û bêdengiya navneteweyî di daxuyaniyekê de bi tundî şermezar kir.

Daxuyaniya YRA’yê wiha ye:

“Ev çend roj in artêşa Tirk a dagirker gundên Kobanê û Girê Spî bi çekên navîn û giran topbaran dike û welatiyên sivîl hedef digire. Ev êrîş û destdirêjiyên li dijî welatiyên Bakurê Sûriyeyê li rex bêdengiya civaka navneteweyî û çapemeniya cîhanî pêk tên. Herî dawî di encama êrîşa artêşa Tirk de zaroka bi navê Sara Mistefa ya 11 salî li Girê Spî şehîd bû.

Di çarçoveya berdewama dijberiya Tirkiyeyê li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê de, di sibeha 2’yê Mijdarê de 2 nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) Gulîstan Mihemed û Îbrahîm Ehmed ji aliyê artêşa Tirk ve hatin hedefgirtin, dema ku li taxa El-Minbetêh a bajarê Girê Spî nêrîna welatiyan der barê êrîşa Tirkiyeyê de werdigirtin û her du nûçegihan birîndar bûn. Rewşa nûçegihan Îbrahîm Ehmed ber bi başbûnê ve ye û rewşa nûçegihan Gulîstan Mihemed ji ber ku parçeyên topeke hewanê bi giranî birîndar bûye û hê jî jiyana wê di metirsiyê de ye.

Em wek Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) van êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî rojnamevanan bi tundî şermezar dikin û em bang li civaka navneteweyî û sandîkayên çapemeniya cîhanê dikin ku ji bêdengiya xwe der bikevin û hovîtiya dewleta Tirk riswa bikin. Em hêzên Koalîsyona Navneteweyî ku bi hevkariya QSD’ê şerê DAIŞ’ê dike ji ber vê bêdengiya wê berpirsyar dibînin.”