Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) di derbarê provakasyonên rejîma Îranê de hişyarî da û got, “Heta Îran dev ji hewldanên xwe yên provakatîf bernede wê helwesta me ya xweparastinê bidome.”

Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Îranê bi kiryarên xwe di nav hewlanên provakatîf de ye û hişyarî da.

Daxuyaniya YRK’ê wiha ye:

“Dewleta Îranê, bê navber li hemberî hêzên me, ji hewayê bi keşfan, ji bejahiyê jî bi operasyonan hewl dide provakasyonan bike. Hêzên me, her çiqas hewl didin bi hêzên dijmin re neyên pêşberî hev û şer dernekeve jî, dijminê dagirker li hember hêzên me operasyonan pêk tîne û kemînan datîne. Hêzên me xwedî refleksa xweparastinê ne. Ji bo wê jî bivênevê şer derdive.

Li gorî vê;

24’ê meha Çile, gerîlayên me, li Şaho li zozanên gundê Gozîban diçin erka xwe. Dijmin operasyon dide destpêkirin û kemîn datîne. Hêzên me li vir bi dijmin re rastî hev tên û şer diqewime. Hêzên me ji bo xwe biparêzin, bersiva dijmin didin û di encama şer de leşkerekî dijmin tê kuştin û 3 jî birîndar dibin.

Dîsa 11’ê Sibatê, li Geliyê Qasimlo ê girêdayî Şino, dema 3 hevalên me diçin erka xwe, li nêzî gundê Berbaran seat 19:00’î dijmin operasyonek dide destpêkirin. Li vir di navbera hêzênme û dijmin de şer derdikeve. Ti windahiyên hêzên me nîne. Ji ber dijwariya şer kuştî û birîndarên dijmin jî nehatine zelalkirin.

Li aliyê din, her çiqas hinek rêxistinan ev şer li ser xwe girtibin jî, ne rast e. Şer di navbera hêzên me û yên dijmin de qewimiye.

Her wiha dijmin, li ser qadên Rojhilat xebatên keşfê dimeşîne û li pey provakasyonên nû ye.”