Navenda ragihandin û çapemeniya YRK’ê nasnama gerîla Şervan Rojda ê li herêma Asosê şehîd bû daxuyanî da û wiha got:

30’ê Kanûna 2023’an li herêma Asosê gerîla Şervan Roja dema li ser erka xwe bû, di encama êrişa balafirên dewleta tirk de şehîd bû.

Nasnama gerîlayê şehîd wiha ye.

Sanî Îmanî bi nasnav Şervan Rojda li bajarê Makû yê rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bû, 30’ê kanûna 2023’ê li Asosê şehîd bû.

YRK’ê li ser şehîd Şervan wiha got:

Sanî Îmanî li bajarê Makû, li ser axa Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bû. He zarok bû, dagirkerî, neheqiyê bi çavê xwe dibîne. Her ku mezin dibe hestên welatparêziyê dihêle ku bikeve nava lêgerîna ber bi jiyaneke azad ve. Bi çîrokên gerîlayan mezin bû. Piştî şehadeta Şehîd Rojda Zagros ku yek ji xizmên xwe bû biryar dide û tevî nava refên gerîla dibe.

Zû hînî jiyana gerîla dibe, bi moraleke mezin xwe tevlî kar dibe, di dilê her hevalekî de cihê xwe çêdike.

YRK’ê di serî de malbata şehîd ji gelê kurd re sersaxî xwest û da zanîn ewê şopdarê rêya şehîdan bin.