Serokê YSK’ê Sadî Guven diyar kir, Ekrem Îmamoglû 4 milyon 159 hezar 650, Bînalî Yildirim jî 4 milyon 131 hezar 761 deng wergirtine. Ekrem Îmamoglû jî ragihand, li Stenbolê ew li pêş e.
Namzetê CHP’ê yê ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû cara 11’an daxuyanî da. Îmamoglû got, “Li gorî daneyên YSK’ê, 99,74 ji sedî yê sindoqan li sîstemê bi cih bûne. Hejmara sindoqên neketine sîstemê 82 ye. Ferqa dengan jî 27 hezar 806 e. Hesabê matematîkî yê vê yekê êdî bi dawî bûye. Bi dîtina min, saziyên çapemeniyê hemû dikarin daneyên YSK’ê parve bikin.”
Serokê YSK’ê Sadî Guven jî li ser encamên nemisoger ên li Stenbolê daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniya Guven, Ekrem Îmamoglû bi 27 hezar 889 dengan li pêş Bînalî Yildirim e. Guven diyar kir, Ekrem Îmamoglû 4 milyon 159 hezar 650, Bînalî Yildirim jî 4 milyon 131 hezar 761 deng wergirtine.”