Parlementera Tevgera Azadî li Parlamentoya Iraqê Yusra Recep ku di heman demê de Endama Komîsyoana Mafê Mirovane li Parlamentoya Iraqê, daxwaz kir ku proje yasayên têkildarî parastina mafên zarokan werin şandin ji bo parlamentoyê û deng li ser werin dayîn.
Endama Komîsyoana Mafê Mirovan li Parlamentoya Iraqê Yusra Recep, di daxuyaniyekî ji bo Rojnews’ê de daxwaz kir ku proje yasayên têkildarî parastina mafên zarokan werin şandin ji bo parlamentoya Iraqê û deng li ser werin dayîn.
Yusra Recep, daxwaz ji aliyên peywendîdar kir ku di her demî de proje yasayên ji bo parastina mafên zarokan bişînîn parlamentoyê.
Yusra Recep diyar kir ku li gorî destura Iraqê divê mafên zarokan werin parastin. Recep diyar kir ku Iraq di sala 1994’an li hevkirina parastina mafên zarokan ku ji aliyê Neteweyên Yekgirtîve serpereştiya wê tê kirin, qebûl kiriye û bûye endamê wê lihevkirinê.

Yusra Recep balkişand ser rewşa xirap ya zarokan li Iraqê û wiha got; “Li Iraqê zarok ji bo karên xirab tên bikaranîn. Ji bo zarokan xwezayekî bi tendirûst nayê peyda kirin.”
Hêjayî gotinê ye Wezareta Karûbarên Civakî ya Iraqê, yasayek taybet ji bo mafên zarokan nivîsandiye, lê heya niha neşandiye parlamentoyê.
(şk)