Zafer Aydin -Dilşêr Rênas, di 7’ê Tebaxa 2023’an li Rojava di çalakiya bersivdana li dijî dewleta Tirk a faşîst de şehîd bû.
Merasima bîranînê, bi rêzgirtinê dest pê kir.
Piştre qala wesiyet û jiyana têkoşînê ya Zafer Aydin hate kirin.
Bi navê KGO û Ciwanên Komunîst axaftin hate kirin û hate gotin ku Zafer Aydin 8 salan li dijî faşîzmê têkoşîn kir. Aydin bi birîndarî ji komkujiya Pirsûsê rizgar bû, şahidî ji komkujiya li Gara Enqerê re kir.
Van komkujiyan ew ne tirsand, wajî wê, ji bo hesabpirsînê biryar da ku tevlî nava têkoşîna çekdarî bibe.
Bîranîn bi sirûdan bi dawî bû.