Yek ji zanîngehên xwedî prestîj Harvardê ragihand ku ji bo rabirdûya xwe ya koletiyê ya di sedsala 17 û 18’an de sererast bike, fonek ji 100 milyon dolarî ava kiriye.
Serokê zanîngehê Lawrence Bacow ji xwendekar, mamoste û xebatkarên saziyan re name şand û nameya Bacow di çarçoveya liv û tevgera ji bo naskirin û sererastkirina rabirdûya koletiyê ya zanîngehê hate nirxandin.
Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, koletî di Kanûna 1865’an de bi xala 13’an a Destûra Bingehîn bi rengekî fermî hatibû rakirin.
Zanîngeha Harvardê li Cambrîdge ya li eyaleta Massachûsettsê ya li bakurrojhilatê welêt di sala 1636’an de ava bû. Serokê zanîngehê Bacow diyar kir ku koletî hatibe rakirin jî “koletî û mîrateya wê 400 salan parçeyek ji dîroka Emerîkayê ye.”
Bacow got, “Karê ji bo sererastkirina bandora wê ya mayinde, pêwîstî pe heye ku çend salên bê em bi biryardarî hewl bidin.”
Harvardê diayr kir ku ji ber vê yekê, ji bo lêkolînkirina koletî û nijadperestiya ji sedsala 17’an heta sedsala 19’an a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û fînansekirina karê perwerdeyê 100 milyon dolar weke fonekê veqetandiye.
Biryar di raporeke komîteya zanîngehê ya li ser koletiyê de hate bicihkirin. Di raporê de qala pêşniyarên fînansekirina mexdûran têkirin.
Bi taybetî li Harvardê, di sedsalên 17 û 18’an de gelek endam û serokan heta ku ev pêkanîn sala 1783’an li Massachûsettsê neqanûnî hate ragihandin, zêdeyî 70 mirov -Afro Emerîkî û Emerîkiyên Xwecihî- kiribûn kole.