Vê tespîta zanyara di versiyona nû ya atlasa çolbûnê ya cîhanê de cih girt. Atlas dawiya meha Hezîranê ji aliyê Navenda Lêkolîna Hevpar a Yekîtiya Ewropayê ve hate weşandin.

Li gorî vê yekê, her sal li cîhanê erdekî ji 4 milyon metreçargoşeyî xera dibe. Ev yek jî bi qasî nîvê erdê Yekîtiya Ewropayê ye. Hişkbûn û xerabûna axê bi taybetî li Afrîka û Asyayê dibe.

Ziwabûn û xerabûna axê, wê bandoreke giran li ser rekolteyê bike. Tê gotin, heta asla 2050’î wê 10 ji sedî rêjeya rekolteyê kêm bibe. Li gel vê yekê nifûsa li cîhanê zêde dibe û ev yek jî bandorê li çavkaniyên xwezayî dike.

Tê gotin ku tenê li Yekîtiya Ewropayê maliyeta xerabûna axê salane 10 milyar Euro ye.

Li gorî zanyaran, koçberiya sala 2015’an rû da wê bandorê li 700 milyon kesî bike.

Komîsyona Ewropayê destnîşan dike ku divê tavilê tedbîrên sererastkirinê bên girtin.