Xelatgirê Kurd ê Matematîkê Prof. Dr. Koçer Bîrkar li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabû.
Zanyarê navdar ê Kurd û matematîkvan Prof. Koçer Bîrkar ku xwediyê xelata Fîeldsê ye, di medya civakî de peyamek li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Rojava weşand.
Prof. Bîrkar got, “Agir li mal û warê Kurdan dibare, welatên wan tê talankirin, zarokên wan tên kuştin, lê belê dinya mîna ku li fîlmekî temaşe bike li pêşberî vê yekê bêdenge. Bi rastî jî dinyayeke ecêb e.”
Prof. Bîrkar her wiha rêveberên Kurd rexne kir û got, “Ji vê jî xerabtir ew e; niha gelek Kurd bi hêrs in û xwîn germ in. Lê belê piştî çend mehan wê her tiştî ji bîr bikin û bi kêfeke mezin biçin serdana Tirkiyeyê.”