Li herêma ewlehiyê ya Hesekê hêzên girêdayê hikûmeta Şamê û Dîfa El Wetanî du roj in bi hev dikevin.

Gava pevçûnê roket li maleke li Taxa Kelasê ya Hesekê ket û zarokê du salî yê bi navê Zedan Mihemed jiyana xwe ji dest da.

Malbata Zêdan Mihemedê Dêrezorî, ji ber pevçûnan mala xwe bar kiribû Hesekê.