Koma bi navê Zarokên Agir ragihand ku li navçeya Maltepe ya Stenbolê plazeyeke 15 qatî şewitandine.

Koma bi navê Zarokên Agir li ser malpera înternetê (http://atesincocuklari.com) daxuyaniyek weşand û diyar kir, 30’ê Nîsana 2020’an li taxa Zumrutevler a Maltepe ya Stenbolê plazaya 15 qatî şewitandine.

Di daxuyaniya komê de hate gotin, “Hêza faşîst ku di nava dûyê êgir de ma nexweş ket û ji ber vê şewatê xisareke mezin a madî bû.”