Zarokên ji Dirbêsiyê ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk mexdûr bûne dibêjin, ew nikarin biçin dibistanê, bêriya jiyana xwe ya beriya dagirkeriyê kirine û dixwazin li gundê xwe vegerin.
Mexdûrên herî mezin ên dagirkeriya dewleta Tirk zarok in. Zarokên ku dibin hedefa êrîşan ji mafên xwe yên bingehîn bêpar dimînin. Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên 9’ê Cotmehê dest pêkirin bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan ku bi dehan ji wan zarok in. Dewleta Tirk a dagirker di êrîşan de çekên qedexekirî ku tê texmînkirin fosfora spî ye bi kar anî. Gelek zarok ji ber van çekan birîndar bûn û bedena zarokan şewitî. Haya zarokên Dirbêsiyê ji vê hovîtiyê heye. Gotineke her yekî ji wan heye. Hemû jî mexdûrên dagirkeriyê ne û li dijî dagirkeriyê bi hêrs in. Vî nifşê nû hovîtiya dewleta Tirk nas kir.
Mîrna keçeke biçûk e. Rûyê wê hîn li ken e. Çavê wê yê kesk dibiriqîne. Dibêje ‘Em dixwazin li dibistana xwe vegerin’ lê tirs û fikara xwe ya ji ber êrîşên dewleta Tirk nîşan dide. Mîrna dibêje, “Tirk ketine vê herêmê, em ditirsin” û destnîşan dike ku wan bêriya jiyana xwe ya beriya dagirkeriyê kirine. Mîrna dibêje, “Em dixwazin li dibistana xwe vegerin, em dixwazin cîranên me vegerin û mîna beriya niha bi hev re bin.” Mîrna zarokên li Serêkaniyê ji ber bikaranîna çekên qedexekirî bedena wan şewitî bi bîr dixîne û vê dipirse, “Gelo dilê kesî naşewite?”
‘DIXWAZIN JI NÛ VE LI GUNDÊ XWE VEGERIN’
Her çar zarok bi hev re bang dikin û dibêjin, “Erdogan zarokan nekuje”. Yek ji wan nîşaneya serketinê dike û dikene. Piştre yek ji wan ji Erdogan re dibêje, “Şêniyên Serêkaniyê çi bi te kir, ku tu zarokên wan dikuje?” Zarok peyamê jî didin û dibêjin, “Em zarokên ji Dirbêsiyê ne, ji te natirsin.”
Keçeke din a Dirbesiyê ku dibêje navê wê Gulî ye dibêje ku Serêkaniyê hatiye dagirkirin û zarok ji perwerdeyê bêpar mane. Dibêje ku ew jî nikare biçe dibistanê û destnîşan dike, “Fosfor avêtin Serêkaniyê. Hêvî dikim ku em ê karibin biçin dibistanê û careke din bi cîranê xwe re bin.”