Biryara DYA’yê, li dijî pêşeng û şoreşgerên têkoşîna azadiya Kurdistanê rastî gelek nerazîbûn û bertekên Kurdistanî tê, rêxistin û partiyên Kurdan hatin. Di vê çarçoveyê d Nûnerên Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê û Tevgera Goran ên li Kerkûkê li ser vê biryarê helwesta xwe nîşan kirin.
Berpirsê Medya Tevgera Goran a Kerkûkê Neberd Kakeyî wiha got; “Di nava hêzên siyasî yên Kurd de pêşbaziyek heye û ev jî derfetê dide dijmin û welatên sûperhêz heta bikarin xebata gelê Kurd ji holê rabikin. Diyare ku duh gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞ’ê de çi rol lîst, lê Amerîka îro ev biryar da. Di medyayê û dîplomasî de wiha dihate destnîşan kirin ku Amerîka dostê herdemî yê gelê Kurd e, lê diyar bû ku Amerîka tenê ji bo berjewendiyên xwe Kurd divên.”
‘Parçebûn sedemê lewazbûnê ye’
Kakeyî eşkere kir ku Amerîka weke welatekî bihêz timî berjewendiyên xwe diparêze û wiha pêde çû; “Ji bo bersivdayîna vê helwestê û hemû bûyerên din ên nexweş divê gelê Kurd timî xwedî yek gotar û yek helwestê be. Ji bo ku bikarin bibîn xwedî kertekî bihêz a zextan. Mixabin bi vê parçebûna ku heye wê Kurd li herêmê zêdetir lewaz bibin. Divê Kurd û gelên Kurdistanê bibin xwedî yek helwest ji bo ku bi hêz rawestîn.”
‘Girînge Kurd bi kongreya neteweyî bersiva Amerîka bidin.”
Berpirsê Peywendiyan ê Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê yê Kerkûkê Selahedîn Sale eşkere kir ku Kurd belavene û got; “Ev rewşa ku di nava mala Kurdan de heye, wiha kiriye ku welatek nebe dostê wan ê timî. Dema ku em di nava xwe de ne dostê hev bîn, kes wê ji me re nebe dost. Lewma girînge Kurd bi kongreya neteweyî bersiva biryara Amerîka bidin.”
‘Em rêveberên xwe nafiroş in’
Selahedîn Sale biryara Amerîka şermezar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Em jî dibêjin, em rêberên xwe nafiroşin. Cihê wan li nava dilê me de ne. Rêveberên neteweyî û mirovahiyê ne. Amerîka siyasetekî nerênî dide meşandin. Ev biryara Amerîka di demekî ku dewleta Tirk li hemberî berxwedana gelê Kurd û bi taybet PKK’ê şût bûye ye. Herwiha rewşa Rojavayê Kurdistanê Tirkiye xistine li ber îflasa siyasî de.”