Zehra Saglam ku li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiya fedayî kir û şehîd bû, li Berlînê bi meşeke bêdeng hate bîranîn.

Çalakî ji aliyê NAV-DEM Berlînê ve hate lidarxistin û nûnerên MLKP, Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), Meclîsa Jinê ya DEST-DAN, Berlîn Kesk Sor, Êzidî û Elewiyan tevlî meşê bûn.

Girseya gel saet 17:30’î li Neukolln Hermannplatzê li hev civiyan û ji bo bêdengiya dinyayê şermezar bike, bi bêdengî meşiya.

Di meşê de wêneyên Leyla Guven û Ûgûr Şakar, Zulkuf Gezen, Ayten Beçet û Zehra Saglam ên li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiya fedayî kirin hatin hildan.

Girseya gel bi pankartan ji Hermannplatzê heta Meibach Uferê meşiya.