AMED – Hevberdevka KCD’ê ya Amedê Zelal Bîlgîn, diyar kir ku tecrîtek girankirî ya taybet li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heye û got: “Tecrîta li ser Ocalan kaosa li Rojhilata Navîn mezintir dike ger tecrît rabe dê ev kaos jî bi dawî bibe.”

Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve û malbatên girtiyên li Îmraliyê jî ji 11’ê Îlona 2016’an ve nikarin biçin hevdîtin û hevdîtinên wan tên astengkirin. Li hemberî Ocalan tecrîtek girankirî ya taybet heye. Hevberdevka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ê ya Amedê Zelal Bîlgîn, derbarê tecrîtê de axivî û wiha got: “Îro kaosa li Rojhilata Navîn tê jiyîn bi tecrîtê ve girêdayî ye.”

‘PÊKANÎNA TECRÎTÊ DI HEMAN DEMÊ DE LI DIJÎ JINANE’

Bîlgîn, anî ziman ku pêkanînên OHAL-tecrît li dijî destkeftiyên jinane û wiha bilêv kir: “A rast qedexeya li dijî Ocalan, di heman demê de qedexeya li ser destkeftiyên jinane. Bi tecrîtê re, hişmendiya serdest a zilam bi awayên cuda derdikeve holê. Di 3’yê Tebaxê de em bûn şahidê komkujiya li ser Êzidiyan, jinên Êzidî yên di bazaran de hatin firotin, tacîz, tecawîz û talankirinan. Cardin heman pergala ji aliyê hêzek bi hov ve pêk hat. Rêxistina terorê ya DAIŞ’ê derxistin holê û jin hatin hedefnîşandan. Ev ji tecrîtê ne cudatire. Girêdanbûna wan bi hevre heye.”

DIXWAZIN JIN GAVAN PAŞDE BAVÊJIN

Bîlgîn, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Hewl didin enerjî, hêz û baweriya jinên hatine hedef nîşnadan ji holê rabikin. Dixwazin jin dest ji têkoşîna xwe ya azadiyê berdin û tim hişmendiya desthilatdar a zilam li ser kar be. Pêkanînên li girtîgehan, şaşiyên hikûmetê yên di siyasetê de dike, tayîn kirina qeyûman, OHAL-KHK û erkên bêsînor ên dan waliyan bandorak mezin li ser civaka Tirkiyeyê dike. Civak êdî ji vê rewşê bêzar bûye û dixwaze ji vê rewşê derbikeve.”

‘TECRÎTÊ WEKE KOZ BIKAR TÎNIN’

Bîlgîn, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Şert û mercên tecrîtê her roj derbas dibe, girantir dibe. Tecrît siyaseta Rojhilata Navîn dixetimîne û bi vê dixwazin têkoşîna azadiya jinan têk bibin. Hişmendiya tekparêz vê li dijî gelan weke koz bikar tîne. Em dixwazin tecrît bê rakirin. Ocalan rêbereke ku pêşiya siyasetê vedike. Mûdaxileyên Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ên li ser polîtîkayên Rojhilata Navîn siyaseta heyî bandor dike û dihêle ku nefes bigire û pêş de biçe.”

MA / Esra Solîn Dal