Serokwezîr Jacînda Adern bi daxuyaniyekê got, “Piştî hebûna 20 salan a Hêzên Parastinê yên Zelanda Nû li Efganistanê, bi vê axaftinê re dem hatiye ku dawî lê bînin.”

Serokwezîr diyar kir ku hevdîtinên aştiyê yên navbera hikumeta Efgan û Talîbanê ya li Dohayê, ji bo çareseriya şerê li Efganistanê perspektîfa herî baş a çareseriya siyasî ye û ji ber vê yekê jî êdî pêwîstî pê nîne ku hêzên Zelanda Nû li herêmê bimîne.

Ji sala 2001’ê ve hêzên taybet, tîmên jinûve avakirinê û perwerdekar jî di nav de derdora 3 hezar û 500 leşkerên Zelanda Nû beşdarî mîsyona leşkerî ya li Efganistanê bûn. Hejmara van leşkeran salên dawî gav bi gav hatibû kêmkirin. Di rewşa heyî de tenê 6 kes ji wan li Efganistanê heye.

Jacînda Ardern diyar kir ku biryara dawîanîna li hebûna leşkerî bi nîqaşa li gel hevkarên xwe yên li NATO’yê hatiye wergirtin.

Wezîrên Parastinê yên NATO’yê jî wê vê hefteyê li hev bicivin û tê payîn ku paşeroja mîsyona li Efganistanê nîqaş bikin. Di mîsyona perwerdeyê de ya bi navê “Resolûte Sûpport” de ji 36 welatan 9 hezar û 600 leşker hene.

DYE’yê par bi Talîbanê re li hev kiribû. Li gorî vê peymanê, di berdêla garantiya ewlekariyê de leşkerên DYE’yê wê heta Gulana 2020’î ji vî welatî vekişin.