Serokê Dewleta Ukraynayê Volodymr Zelensk fêm kir ku ‘hedef’eke yekîneyên Rûs heye û soz da ku ew ê Kîelê be.
Bi şev Zelensky vîdeoyek li ber avahiya serokkomariyê weşand û got “Em hemû li vir in, leşkerên me li vir in, hemwelatî, civak em hemû ji bo parastina dewlet û serxwebûna xwe em li vir in.”
Zelensky diyar kir ew bi Serokê DYE Joe Bîden re jî axiviye.
Zelensky roja înê bang li Ewropiyên xwedî tecrubeya şer kir û xwest bilali hemberî artêşa Rûsyayê şer bikin.
Zelesnky di vîdeoyekê de bang li Rûsyayê kir û got “Dawiya dawî wê Rûsya neçar bimîne ku bi me re biaxive. Ev axaftin çiqasî zû be wê ji bo Rûsyayê evqasî baş be.”
Kremlînê jî beriya dagirkeriyê roja Pêncşemê red kir ku ew bi Ukraynayê re hevdîtinê bikin.