Qedexeya li ser PKK’ê ya li Elmanyayê ku dikeve sala 27’an û zerara wê ya li Kurdan û demokrasiya Elman, wê di sê panelên cuda de yên bi rengê onlîne bên lidarxistin, bê nîqaşkirin.

Hikumeta Elman a bi serokwezaretiya Helmût Kohl di 16’ê Mijdara 1993’an de qedexe danîbû ser PKK’ê ku ev qedexe dikeve sala 27’an.

Li Elmanyayê ji ber şewbê û tedbîran, gelek çalakî hatin qedexekirin. Lê belê ji îro êvarê û pê ve wê her Pêncşemê bi rêya onlîne panel bên lidarxistin.

Panel ji aliyê civaka Azad ve tên lidarxistin ku ji bo Kurdên li Elmanyayê karê dîplomasiyê dimeşîne û her kes wê karibe bi rêya înternetê bişopîne.

Di panelan de wê dîroka qedexeya 27 salan a li ser PKK’ê, polîtîkaya krîmînalîzasyonê ya li dijî Kurdan, zerara ku qedexeyê û zextê da Kurdan û demokraisya Elman bên nirxandin.

Her wiha wê têkoşîna siyasî û hiqûqî ya Kurdistaniyan û dostên wan a li dijî qedexeyê bên nîqaşkirin. Panel wê vê êvarê saet di 19:00 de dest pê bike.

Hevseroka berê ya KNK’ê Nîlufer Koç jî wê tevlî panelê bibe û piştperdeya qedexeyê vebêje.

Her wiha ji parêzerên doza li dijî Kurdan a ji ber qedexeyê Edîth Lûnnebach, Serokê Desteya Rêveberiya Komeleya Parêzeran a Komarê (RAV) Dr. Peer Stollte û siyasetmedarê Kurd Mehmet Demîr tevlî bibin.

Her wiha Serokê RAV’ê Lûkas Theûne, nûnerê Meclîsa Eyaleta Schleswîg-Holsteîn Serokê Koma SSW’ê Lars Harms û ji Buroya Hiqûqê ya Azadî MJonîka Morres wê tevlî bibin.