2’yê Mijdarê li paytexta Awûstûrya Viyanayê endamekî çeteyê DAÎŞ’ê êrîş anîbû û 4 kes kuştibûn. Li ser vê êrîşê hikûmeta Ewûstûryayê li dijî ”Îslamiya radîkal” tevdîr jidandibûn.  Polîsan jî li çar herêman operasyoneke berfireh dabûne destpêkirin, bi ser 60 adrêsî de girtibûn, di operasyonê de derheqê 70 kesî zêdetir ku guman ji wan dihate birîn têkilî Birayên Misilman û Hamasê ne û komeleyan lêpirsînê dest pê kiribû.

Hikûmeta Viyanayê ku biryar li ser da ku mizgeftên DAÎŞ lê rêxistinî dibe, kontrol bike, bû hedefa ”îslamiyên radîkal”. Diyar bû ku gefên li ser  Wezîrê Navxwe Karl Nehammer ku van rojên dawî pir dertê ber çepameniyê û biryarên hikûmetê radigihîne, zêde bûne.

Nehammer jî gefên kuştinê yên li ser xwe piştrast kir. Kes an jî kesên nasnameyên wan ne diyar gefê li Nehammer û her wiha hevjîn û zarokên wî dixwin. Li ser vê polîsên Ewûstûryayê tevgeriyan.

NÎJATPERESTÊN TIRK JÎ GEFA KUŞTINÊ LI WEZÎR DIXWIN

Zêrevanî dane wezîr û malbata wî, diyar bû ku gefên kuştinê ne tenê ji aliyê ‘îslamiyên radîkal’ têne. Tîrmeha bihurî piştî êrîşa li ser Kurdan û çepgiran ya komên alîgir ên AKP-MHP’ê, nîjatperestên Tirk jî li ser torên civakî gef li Wezîr Nehammer xwaribûn.
Serokê Tirk Erdogan jî gelek caran li dijî gefli Kurz xwaribû. Li gorî medyaya Awûstûryayê piştî van gefan zêrevanî dane wezîr.