Zeyneb Celaliyan bang li gelên azadîxwaz û bi taybetî jinên azadîxwaz kir ku li her derê daxwaza azadiya Rêber Apo bikin û wiha got:

Armanca têkoşîna me, cîhaneke wekhev e, ji bo vê jî her roj weke 8’ê Adarê roja jinan e, ne tenê yek rojê, jin her roj rastî dijwarî û zehmetiyan tên, divê jin jî her roj têkoşînê bikin.

Di şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de û piştî wê, gelek êrîş li dijî jinan çêbûn. Bi gaz û madeyên kîmyayî êrîşî jinan kirin, girtin û bi êşkencekirinê xwestin ku dest ji daxwazên xwe berdin. Li Rojava jinan şerê DAÎŞ’a paşverû dikir, bûn armancên êrîşên taybet.

Lê li Rojhilatê Kurdistanê, hem li Îranê û hem li cîhanê jinan bi vîneke bilind li ber xwe didin û ber bi ronahî û wekheviyê dimeşin.

Zeyneb Celaliyan got;

Rêberê me Abdullah Ocalan afirînerê fikira ‘Jin, Jiyan, Azadî’, 25 sal in di zindanê de ye. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêngavek hatiye destpêkirin ku rojane kes, kom û neteweyên cuda piştgiriya wê dikin. Divê hemû jin, bi taybetî jinên azadîxwaz piştgirî bidin pêngavê, daxwaza azadiya Rêber Apo bikin.

Berxwedana Rêber Apo bûye sedema bangewaziya azadiya girtiyên di zindanan de. Lewma piştgirîkirina wan helwesteke mirovî ye. Bi hêviya ku em bi hev re 8’ê Adarê pîroz bikin. Ez ê di jiyana xwe de hewl bidim ku xwîna azadîxwazan neyê rijandin û ez ê têkoşîna xwe bidomînim.