Malbata Zeytîn Satici û hevalên wê danê sibehê ew li Balagfirgeha Ferît Melen a Wanê pêşwazî kirin.
Piştî pêşwazîkirinê Satici tevî yên li gel xwe ber bi Geverê ve bi rê ket.
Li Geverê Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê, rêveberên TÛHAY-DER’ê, Tevgera Jinên Azad û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parlemneterên Partiya Çepên Kesk ên Colemêrgê Vezîr Parlak û Onûr Duşunmez bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” ew pêşwazî kirin.
Satici piştî Geverê tevî yên li gel xwe çû Şemzînanê û li vir jî bi girseyî hat pêşwazîkirin.