Der barê êrîşên dawîn ên dewleta Tirk a li dijî Kobanê û Girê Spî de û civîna di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û rayedarên hêzên Koalîsyona Navneteweyî de, ajansa ANHA bi fermandara QSD’ê Zinarîn Kobanê re roportajek pêk anî.

Zinarîn Kobanê di destpêka axaftina xwe de behsa civîna wan bi Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê re kir û wiha got: “Piştî ku artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Kobanê û Girê Spî êrîş pêk anîn, Komîteya Têkiliyên Giştî ya QSD’ê tavilê bi rayedarên Koalîsyona Navneteweyî re civiyan û rêbazên rawestandina van êrîşan bi wan re gotûbêj kirin. Peywendiyên me bi koalîsyonê re girêdayî mijarê hê jî berdewam in.”

Zinarîn destnîşan kir ku dewleta Tirk welatiyên sivîl û zarokan û şervanên QSD’ê rasterast di êrîşên xwe de hedef digire û wiha anî ziman: “Dewleta Tirk zaroka bi navê Sara Mistefa rasterast hedef girt û êrîşên li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê ji mafê xwe dibîne. Me ji aliyê xwe ve mijar aloztir nekir û me mafê xwe yê bersivdayînê parast.”

Zinarîn da zanîn ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî li hemberî van êrîşan xemgîn in nemaze ji ber ku van êrîşan bandoreke neyînî li peywira wê ya li Bakurê Sûriyeyê kiriye.

Zinarîn got ku di civîna QSD’ê û Koalîsyona Navneteweyî de koalîsyonê piştrast kir ku divê ev êrîş bêne rawestandin û rayedarên koalîsyonê diyar kir ku dê dewriyeyên hevbeş bi QSD’ê re li ser sînorê di navbera Bakurê Sûriyeyê û Tirkiyeyê de bidin meşandin.

Zinarîn got ku armanca sereke ji meşandina van dewriyeyên hevbeş ew e ku êrîşên dewleta Tirk rawestînin û wiha wiha domand: “QSD naxwaze mijarê aloztir bike û dijberiya xwe bi dewleta Tirk re zêde bike û bersiva wan ji van êrîşan re dê di çarçoveya mafê xweparastina rewa de pêk were û ew dixwazin mijaran bê şer çareser bikin.”

Êrîşên dawîn bandoreke neyînî li peywira koalîsyonê kir

Zinarîn di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ji ber van êrîşên dawîn ên dewleta Tirk li dijî Kobanê û Girê Spî bandoreke neyînî li peywira Koalîsyona Navneteweyî ya şerê li dijî terorê kiriye û wiha anî ziman: “Armanc ji van êrîşên dewleta Tirk  ew e ku pêşveçûna QSD’ê di şerê tunekirina terorê de asteng bike û Tirkiye naxwaze aloziya Sûriyeyê çareser bibe û dixwaze alîkariyê bi çeteyên DAIŞ’ê re bike.”

Fermandara QSD’ê Zinarîn Kobanê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku QSD piştî van êrîşên Tirkiyeyê neçar ma pêngava xwe ya li dijî DAIŞ’ê demkî rawestîne.