Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlîk, bi boneya 8’ê Adarê ji ANF’ê re axivî.
Zozan Çewlig Rêber Apo Rêber Apo û têkoşîna wî destanî li Imralayê silav kir û wiha got:
Di vê demê de em bi “Bi Jiyan Azadî Ber bi Şoreşa Jinê ve” ketine rê.
Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê, şerê cîhanê yê 3’an dewam dike. Mîna Rêber Apo pênase kir, şerê cîhanê yê 3’an carna bi şerê germ, carna bi rengê şerê dîplomasiyê çêdibe, lê her ku diçe pêş dikeve. Pergala netewe-dewlet xwe jinûve dîzayn dike. Ev jî dibe sedema hilweşîn û êşên mezin.
Ev jî rê li ber windahiyên mezin, hilweşînên civakî vedike. Di heman demê de derfetê dide çareseriyan jî. Ji bo vê em dibêjin, em ê bi têkoşîna xwe, sedsala 21ê bikin “Sedsala Jinê”.
Em dibin şahid, şerê cîhanê yê 3’an li ser bingeha tunekirina jinan û manîpulekirina nakokiyên zayendî pêşdikeve. Hêzên jinên rêxistinkirî dibin hedef.
Di şeran de mirina jin û zarokan zêde bûye. Li Kurdistanê, li Ûkrayna, li Xezayê, li Efganistanê, li Iranê, Sûriye, Iraq, Yemen, Lîbya û hwd. jinan dikin hedef.
Ferzkirina koçberiyê polîtîkayeke şer e. Guhertina demografîk planê sîstema netewe-dewletê ye. Di van şeran de sucên mirovaniyê tên kirin, hesab nayê pirsîn.
Zozan Çewlig da zanîn li Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Apo azadiya jinê pêş ket û wiha got:
Dewletên mêtinger êrîşî nasnameya Kurdê Azad, Kurdistana Azad û feraseta Neteweya Demokratîk kirin. Êrişî bingehê pêşketina civakî dikin.
Di êrîşên dagirkerî û îmhayê de dijminên me rêxistinbûna jinê û pêşengên wan dikin hedef. Li dijî Gerilla çekên kimyewî tê kirin. Êrişî sivîlan dikin. Dixwazin nehêlin jin siyasetê bike, lewma rêbazên belavkirina rêxistinbûnê, girtin û tundiyê bi giranî dixin dewrê û hewl didin îradeya jinê tune bikin.
Rêber Apo dibêje bi azadkirina jinê re civak dikare azad bibe û ev yek di qada pratîkî de pêk hatiye û pêk tê. Dijmin ji bo şikandina vê xelekê, konsepta bi destê jinê şikandina berxwedanê û xistina civakê pêk tîne û hewl dide bi vê yekê re tolê ji Rêber Apo û felsefeya azadiyê hilîne.
Şerê taybet ê li Kurdistanê piralî ye û hewld didin, dorpêç bikin, birçî bihêlin û dagir bikin.
Bi riyên bû exlakî û amurên hişber, asimilasyon û tirse dixwazin kesayetiya mirovan têk bibin. Pêşî li pêşketinan bigirin.
Hestiyê zarokan dixin qutîyan û ji dayikan re dişînin. Ev kiryar di faşîzma Hîtler û Musolînî de çênebûye.
Êrîş û uslûbê Erdogan ên li hemberî jinên Kurd çi be, mixabin a Barzaniyan jî heman tişt e. Ev şerma dîrokê ye û divê gelê Kurd, bi taybetî gelên herêmê li dijî vê şerî rabin ser piyan.