Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 3ê Nîsanê 2019 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14.00, li Brûkselê 13.00
Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend sernûçeyên me…
&- Rayedarên dewleta Tirk, îro jî, 803mîn serlêdana Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, bi behaneyên pûç û ne rast red kirin û hevdîtina li IMralî asteng kirin.
&- Civaka Êzîdî, ji bo 4ê Nîsanê rojbûna Rêber Ocalan bi zimanekî hevbeş gotin: Ji bilî Ocalan ti kesî ji bo Êzidiyan tiştek nekiriye.
&- Tevgera Jinên Kurd ya li Ewropa (TJK-E), bi daxuyaniyekê, 4’ê Nîsanê roja ji dayikbûna Rêber Ocalan pîroz kir û got: Rojbûna Rêbertî, rojbûna Jinê ye.
&- Berxwedana dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 147an.
&- Li parlamena Ewropa konferansek hate pêkanîn û di Konferansê de peyama Leyla Guwen hate xwendin.
&- Parlamenterên HDP’ê Semra Guzel û Tulay Hatîmogûllarî serdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven kirin.
&- Cenazeyê Sîraç Yuksek, dibin astengî û zexta hêzên çekdar ên dewleta Tirk de, li Nisêbînê hate veşartin.
&- Li ser navê girtiyên ji doza PKKê û PAJKê Denîz Kaya, diyar kir ku ew, çalekiyên yekkesî yên fedayî rast nabînin û got: Divê em bi çarçoweya rêxistinî de tevbigerin.’
&- Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku şervanên wan li Mare li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk çalakî pêkanîn.
&- Li Rojhilatê Babê di navbera Meclîsa Leşkerî ya Babê û komên çeteyên Enqereyê de şer derket.