Di çarçoveya kampanya ‘Diyalogên bi Ocalan re’, li gelek welatan çalakiyên cûda hatin pêkanîn.

Di çalakiyan de fikir û ramanên RêberAbdullah Ocalan hatin parvê kirin.

Li Frensa bajarê Marsîlya, bi pêşengiya CIMK, Tora Jineolojî, Akademiya Moderniteya Demokratîk û TSEDEK semîner hate pêkanîn.

Li Îtalya bajarê Reggio Calabria jî, di çarçoveya civîna heremî ya giredayî têkoşînên ekolojîk de, ramanên Rêber Abdullah Ocalan yên derabrê ekolojiyê de hatin xwendin.

Li Katalonya bajarê Lleida jî, bi hevkariya koma Ponent amb Kurdistan, Akademiya Moderniteya Demokratîk û Jineolojî, dîtin û nirxandinên Rêbertî hatin xwendin.

Di çalekiya li Barcelona de, şanoya li ser jiyana Rêbertî. lîstika nivîskar Galder Irusta hate lîstin.

Di şanoyê de Sê kes ku sê zayinên Rêbertî temsîl dikin hene.

Nûnerê yekem cotkar e, nûnerê duyem Gerîla ye, nûnerê sêyem jinekê fîlozof e.

Bi rêya hunerê kûrahiya Konfederalizma Demokratîk û wateya şoreşê tên şîrovê kirin.

Li Swîsre bajarê Sankt Gallenê jî, Akademiya Jineolojî û Meclîsa Jin ya Helbest Koçerîn atolyeya Jin û Serokatî, komcivîn amade kirin.

Di komcivînê de, li ser watê û giringiya Rêbertî û fikrê wî hate rawestandin.

Li Elmanya payîtext Berlînê jî, bi pêşengiya komiteya Jineolojî, TêkoJIN, Ni Una Menos, Women in Exile, çalekiyêûn hunetî hatin pêkanîn.

Di hemû çalekiyan de, gotinên Rêbertî, şoreşgerên jin yên Kurd û cihanê hatin pêşkêş kirin.

Piştre rûniştina ji bo niqaşê hatepêkanîn.