Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 12’ê SIBAT 2020, ÇARŞEM

Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bi wesîleya salvegera komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku berxwedana li hemberî tecrîda teqez a Îmraliyê, wê bibe tarza îbadetê ya gelê Kurd a serdema nû.

&- Ji fermandarên YJA Starê Laleşîn Cûdî destnîşan kir ku, êrişa li ser Bakurê Sûriye dewama komploya 15’ê Sibatê ye.

&- Meşa Dirêj ya rewşenbîr, hunermend û nunerên civakî, doh ji Cinevê dest pê kir û xwe gihandin Lozanê.

&- Gencanî Welatparêz û Jinanî Gencî Tekoşer li dijî komploya navneteweyî li Silêmanî û navçeyên wê çalakî lidarxistin.

&- Fermandariya Giştî ya Hêzên Rejîma Sûriyê jî diyar kir ku Êrîşên Tirkiyê, bi armanca parastina hêzên terorîst têne kirin û bi sernakeve.