Heveroka Kongreya Civaka Demokratîk -DTK ya berê, siyasetmedara Kurd Leyla Guven, ji girtîgeha jinan a Sîncanê nameyek şand.
Leyla Guven nameya ku nivîsîye, ji bo 16 nûnertiyên seferatxaneyên welatên cûda yên li Enqerê re şand û bang li wan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bikevin nava liv û tevgerê.
Hevseroka KCD’ê Guven da zanîn ku çareseriya aştiyane ji Îmraliyê derbas dibe û got: Hewcedarî bi pêvajoyek nû ya çareseriyê heye. Ji bo vê jî divê berpirsiyarî bê girtin û pêvajoyek nû bê destpêkirin.
Leyla Guven got; Di serî de li Îmraliyê û hemû girtîgehan tecrîdek giran heye. Heta ku ev binpêkirin û êşkence bi dawî nebin, pêvajoyek nû jî nayê destpêkirin.Di parçekirina xaka Kurdistanê berpirsiyariya we heye. Divê hun demildest rolê bigirin. Navnîşan Îmralî ye muxetabê esas jî Abdullah Ocalan e.”