Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 26ê GULAN 2020 SÊŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Parlamentera HDP’ê Dersîm Dag, diyar kir ku çalekiyan deriyê Imaliyê vekir û got; Tecrîd tenê bi riya têkoşîna hevpar dikare bi dawî bibe.
&- Hêzên Gerîlla li Çelê, Lêlkan û Şirnaxê li dijî arteşa tirk ya dagirker çalakî lidarxistin û di encam de 3 dagirker hatin kuştin.
&- Endamê Civata Nîştimanî ya Tevgera Goran Emîr Hacî Kemal got; Pîlanek metirsîdar li pişt Zînî Wertê û bi cihbûna hêzên PDKê heye.
&- Hevserokê Komeleya EGE TUHAY-DER’ê Ahmet Ertaş, diyar kir ku desthilatdariya AKP/MHPê girtiyên nexweş terkî mirinê kirine.