Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 11ê Kanûnê 2020 ÎN
Li Brûkselê seat 12:00 li Amedê 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me,

&- Fermandariya Eyaleta Serhedê bal kişand ser hewldanên ji bo sîxuriyê yên li herêmê û destnîşan kir ku yên sîxuriyê bikin, wê ji ber vî sûcî bibin hedefa wan.

&- Greva birçîbûnê ya li zindanan ji aliyê Koma 3’yan ve tê birêvibirin û di roja 15an de ye.

&- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan diyar kir ku peymana Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şingalê li dijî qanunên Iraqê ye.

&- Aktivîsta TJA’yê Sureya Kilinç diyar kir ku çavkaniya pirsgirêkan tecrîd e û got: Bidawîbûna tecrîdê, dê rê li ber aştiya civakî veke.”

&- Konê piştevaniyê, ev 10 roj in li pêşiya Asayîşa Êzidxanê ya Şingalê vedayî ye. Çalakî bi koma ciwanan dewam dike.