Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Almanya -KCDK-E, Zubeyde Zumrut têkildarî tecrîda li Îmraliyê û çalakiyên li dijî tecrîdê axivî û got;

Polîtîkaya tecrîda li ser birêz Ocalan ne rewşeke asayî ye. Tecrîda mutlaq bûye bingeha krîzên li Tirkiyê Rojhilata Navîn.

Di heman demê de bûye şantaj û zexteke giran.

Zumrut diyar kir ku asta duyemîn a kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” dewam dike û got:Bi van çalekiyan polîtîkaya tecrîdê teşhîr dibe. Êdî her kes rewşa Ocalan meraq dike û daxwaza rakirina tecrîdê dike.

Kurd baş dizanin ku tecrîda li Îmraliyê, parçeyek ji polîtîkaya qirkirinê ye.

Tirkiye bi pêkanîna tecrîdê hem hiqûqa xwe û hem jî peymanên navneteweyî binpê dike û wê hesabê van kiryaran jî bide.

Zubeyde Zumrut, herî dawî got; Herî dawî, li Strasbourgê, ji bo Nobeda Ji Ocalan re Azadî ku 12 sal in dewam dike û li gelek navendên Ewropayê çalekî hatin pêkanîn. Di van çalekiyan de bang li CPT û Konseya Ewropayê hat kirin.

Divê welatên Ewropa li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin. Eger bêdeng bimînin, hem hiquqa xwe, hem hiququa gerdunî û peymana mafên mirovan binpêdikin.

Divê demokrasîxwaz û mirovên hestyar û xwedî vijdan li dijî vê rewşê dengê xwe bilind bikin: