Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, ji bo îro biçin Îmralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin, doh serî li Serdogzeriya Komarê ya Bursa dan.

&- Ajansa nûçeyan Mezopotamya ragihand ku, li Dersimê, gundê Halvorî şer derket, 2 leşker hatine kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne.

&- Li navçeya Mêrdîn Mehsertê, di navbêra hêzên gerîlla û artêşa Tirk de şer derket, di şer de 2 leşker hatin kuştin.

&- 14 rêxistinên demokratîk û sivîl ên Amedê tevî partiyên siyasî bi daxuyaniyekê bersiv dan peyama Rêber Ocalan.

&- Hêzên Gerila yên HPG û YJA Starê, li Xakurkê li dijî hêzên Artêşa Tirk ya dagirker çalakî pêkanîn û darbeyên giran li leşkeran dan.

&- Konseya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekê ragihand ku, dagirkeriya Dewleta Tirk ya Başûrê Kurdistanê di asta alarma sor de ye.