Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 12’ê MIJDARÊ 2019 SEŞEM

Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12.00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend ser nûçeyên me….

&- Çalakiya nobetê ya “Ji Ocalan re Azadî” di hefteya 386an de, li Strasbourgê dewam dike.

&- Li Qamişloyê, bi trimbêleke bombarkirî, êrîş hate kirin rojnamevanek jî di nav de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

&- Li Bakûr û Rojhilatê Suriye li dijî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê, Berxwedana Rûmetê di roja 35’mîn de bi biryardariyek mezin berdewam dike.

&- Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir ku tevî xetereyên komkujiyan, firsendên mezin ên serkeftinê jî hene.

&- Ciwanên Kurd li bajarê Fransa Marsîlya û Parîsê çalakî pêk anîn û li dijî dagirkeriya Tirk, banga piştgiriyê li welatiyên Fransayê kirin.

Jiber êrîşên dewleta Tirk a dagir, di freqans û dema weşana Radyoya Dengê Welat de guhertinên NÛ pêkhatin.