Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 19’ê MIJDARÊ 2019 SÊŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12.00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Li bakûr û rojhilatê Suriyê li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk, berxwedana rûmetê di roja 42’an de bi biryardarî dewam dike.

&- KODAR’ê têkildarî xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek da û got: Têkoşîna xwepêşenderan zindîkirina jiyana azad û demokratîk e

&- Çalakiyên gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja 6’mîn de li dijî rejim û bihakirina benzînê berdewam dikin.

&- Balafirên bêmirov yên dewleta Tirk a dagirker îro li navenda navçeya Şengalê Xanesorê bombebaran kir.

&- Yekîneyên Tolhildanê li dijî dewleta tirk a dagirker li Amed û Wanê çalakî lidarxistin.

&- Li dijî dagirkeriya dewleta tirk li Rojava û Başûrê Kurdistanê, gelê kurd bi boykotkirina malên Tirk nerazîbûna xwe nîşan dide.