Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 20’ê HEZÎRANÊ 2019 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, ji bo îro biçin Imralî, pêr roja Sêşemê, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan.

&- Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina (NPG) Gel Mûrat Karayilan, got: Em, girekî Kurdistanê jî ji dewleta Tirk re nahêlin.

&- Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezî Temellî, li Stenbolê bi akademisyen û rewşenbîran re civiya û bal kişand ser gotinên Ocalan û got; “Bi daxuyaniyên Ocalan re, teza me ya ‘îtîfaqa demokrasiyê’ bi hêz bûye.”

&- Hêzên Gerîlla li Amed û Wanê çalakî pêkanîn û darbeyên giran li hêzên Artêşa Tirk ya dagirker dan.

&- Piştî tevkûjiya li Siwêregê, KCD û HDPe daxuyanî dan û banga hestiyariyê kirin

&- Dadgeha Tirkiyê derbarê polîsên ku li Silopyayê bi panzerê 2 zarok kuştibûn, biryareke skandal da.