Li Elmanya bajarê Heîlbronnê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger -TCŞ, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û xemsariya CPTê hate şermezar kirin.

Çalaki, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” û di salvgera Nobeta Azadiyê ya li Frensa bajarê Strasboûrgê hate pêkanîn.

Piştî rêzgirtinê, li ser navê TCŞ’ê Resûl Bahoz axivî û got: “Divê em li çar parçeyên Kurdistanê, li her derê Ewropa û cîhanê xwedî li Rêber Apo derkevin û tecrîdê bişkînin.

Dijminê me yê xwînmij bi girankirina tecrîdê, dixwaze em agahî ji Rêber Apo negirin. Helwesta CPTe jî nayê qebûl kirin.

Divê gelê Kurd û dostên wan xwedî li Rêber Apo derkevin. Xwedî derketina li Rêber Apo, xwedî derketina li paşerojên azad û demokrasî ye.