Ji navenda Nûçeyan a radyoya dengê welat dembaş.
Îro 22 Adarê 2021ê, DÛŞEM
Li Brûkselê saet 12:00, li Amedê saet 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- KCKê got, Newroza 2021’ê nîşan da ku gelê me û dostên me xwedî li Rêber Apo derketine û ji bo Rêber Apo bi her awayî ji têkoşînê re amade ne. Em careke din dibêjin, ev xwedîderketina li Rêber Apo divê daîmî be.

&- Parêzer, malbat û wasiyê Rêber Abdullah Ocalan, bi daxwaza “Hevdîtina lezgîn” cardin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

&- Newroz li 60 deveran zêdetir ên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê bi coşeke mezin û bi daxwaza azadiya Rêber APO hate pîrozkirin.

&- Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Newroza 2021’an li gelê Kurd pîroz kir..

&- Endama Konseya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Dêrikê bû û bang li rêxistinên Kurdistanî kir ku bibin yek